PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li bajarê Xarpêtê bi hesabê îro, di beşa hûrlênêrînê de nexweşên Kovid-19 ê nemane. 47 kesên ku testên wan positiv derketibûn jî bo malên xwe hatin şandin. Tedawiya 10 kesan dewam dike û halê wan baş e. Heya niha li Xarpêtê 4 kes jiyana xwe ji dest dane.
Parêzgeha Xarpêtê biryarê da ku ciyên qelebalix û ciyên ku xelk zêde diçe û tê, bên dezefenktekirin û gelek ciyên ku li wan qelebalix çêdibin, bo xelkê hatin girtin. Caddeyên qelebalix, park û ciyên leystikan hatin qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin