PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.2 çêbû.
Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) navenda erdhejê navçeya Sivrîcê ya Xarpêtê ye û pileya wê 4.2 ye.
Li gorî zanyariyên dawî di encama erdheja ku li demjimêr 17:17ê êvarê rû daye de ti ziyan û bûyereke nexwestî çênebûye.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de gelek caran li Xarpêtê erdhej çêdibin ku di erdhejeke vê dawiya ya bi pileya 5.3yan de gelek bajarên bakurê Kurdistanê bihêz hejiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin