Li Xarpêtê pezkûviyên di bin parasatinê de bi keriyan digerin

Li Xarpêtê pezkûviyên di bin parasatinê de bi keriyan digerin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li navça Baskilê li çiyayê Zeywe Şelîlê pezkûviyên di bin parastina dewletê de ne, ji aliyê welatiyan de hatin dîtin. Pezkûvî her ajalên weka wan xemla xwezayê ne. Welatî dîmenên wan pezkûviyan kişandin û di ser medya civakî de belav kirin.

Piştî pezkûvî di bin qûntara çiya de çêriyan, xwe ji ber çavên welatiyan wenda kirin.