Li Xoyê 2 kolberên Kurd hatin kustin

Li Xoyê 2 kolberên Kurd hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li bajarê Xoy ya ser sînorê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên Kurd bi gulebarana hêzên Îranî hatin kuştin.

Rêxistina Hengaw ya Mafên Mirovan ragihandiye ku doh êvarê hêzên parêzvanên sînor ên Îranê li navçeya Elend a bajarê Xoyê ku dikeve ser parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, gul berdane ser hejmarek kolberên Kurd.

Hat diyarkirin ku di encama gulebaranê de, 2 kolberên Kurd ên bi navên; Muhsin Derwêşzade û Îbrahîm Cordyezc hatine kuştin.

Hat zanîn, herdu kesên di wê êrîşê de hatine kuştin, xelkê gundê Kerkûş yê navçeya Elend a Xoyê ne ku Muhsin Derwîşzade jî zewcî ye û zarokekî wî hebûye.

Li gorî amarên 10 rojên dawî, 11 kolberên Kurd bi reşandina guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatine kuştin yan jî birîndarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin