PeyamaKurd – Çavkaniyekî bo tora medyayî bo Rûdawê ragihandiye ku li welatê Yûnanistanê ji bajarê Selanîkê dixwestiye here devera Evrosê, di rêde wergeriyaye û di encamê de 2 Kurd mirine û 6 Kurd birîndarin. Penaberên Kurd di ser Tirkiyê de derbasî Yûnanistanê bûne. Kesê nexwestiye navê xwe bêje bo Rûdawê weha gotiye:
“Li Yûnanistanê mînîbusa ku penaberên Kurd hildigirt, wergeriya û 2 kesên di mînîbusê de mirin û 6 kes birîndar bûn. Temamê penaberên di mînîbusê de hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne.”
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin