PeyamaKurd - Wezîrê berê yê dadê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî da xuyakirin ku lijneyeke hunerî ji bo beşa budçeya herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike.
Şêrwan Heyderî got, yasaya budçeya giştî ya Iraqê ji bo sala 2021ê ji serokomariya Iraqê re hatiye şandin û piştî pejirandina wê jî dê ji encûmena wezîran re bê şandin.
Heyderî da zanîn, wan ji rêveberên Iraqî bîhîstiye ku ji ber yasaya budçeyê sê mehan paş ketiye û encûmena wezîran li ser kar dike, di dema pejirandina li serokomariyê de rêkeft bilez were bicihanîn.
Derbarê beşa budceya herêma Kurdistanê de Heyderî ragihand, lijneyeke hunerî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ku di yasaya budçeyê de hatiye bicihkirin wê serdana Bexdayê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin