PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de, bi Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Berpirsê Rojhilata Navîn Hamish Falconer re civiya.
Di hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Brîtanyayê re, geşedanên siyasî yên herêmê û proseya pêkanîna hikûmetê li Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya "yekîtî û tebayiya aliyên siyasî yên Kurdistanê" kirin da ku destkeftên herêmê werin parastin û astengiyên heyî werin derbaskirin.
Di civînê de her wiha bandorên şer û rewşa aloz a li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Wezîr Falconer "rola erênî" ya Serok Barzanî di dabînkirina aramî û aştiya li Îraq û Sûriyeyê de bilind nirxand.
Aliyan li ser wê xalê li hev kir ku çareserî tenê bi rêya dîplomasî û diyalogê pêkan e û divê herêm ji metirsiyên zêdetir ên şer û pevçûnan were parastin. Ev hevdîtin di demekê de ye ku hevkariyên leşkerî û aborî yên di navbera London û Hewlêrê de di asteke bilind de berdewam dikin.