PeyamaKurd - Lûtkeya G20ê li bajarê Japonyayê Osakayê dest pê kir. Civîna ewil diderbarê ‘Aboriya Gerdûnî, Bazirganî û Veberhênan’ de ye.
Bi boneya civîna bilind G20ê (20 welatên herî pêşketî û dewlemend) Serok, wezîr û nûnerên hindek saziyên dewletan li Osakaya Japonyayê civiyan.
Civîn li Navenda Fuaran a INTEX Osakayê birêve dice. Mijara civîna ewil diderbarê ‘Aboriya Gerdûnî, Bazirganî û Veberhênan e.’
Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe beriya ku wêneê bi malbatî were girtin li ser platforma li devê deriyê navenda yek bi yek pêşwazî li mêvanan kir.
Di roja ewil a civînê de wê mijarên çandî bihên gotûbêjkirin û bi xwarinê bidawî bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin