PeyamaKurd – Di konferanseke rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka civînên li Fransê kirine axivî.
Li gor Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Fransa roleke wê ya mezin di hevkariya leşkerî û mirovî de bo Iraqê heye û tekez dike ku ew amade ne alîkariya Iraqê bikin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: ''Serok Macron pîrozbahî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo serdana Papa Francis ku serdaneke serkeftî bû.''
Nêçîrvan Barzanî da zanîn: ''Serokê Fransa amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê daye nîşandan û piştevaniya danûstendinan kiriye. Niyaza min heye di wê derbarê de, bi Serokwezîrê Iraqê, Serokkomarê Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê re bipeyivim''
Li ser budçeya Iraqê û nakokiyan de jî eşkere kir: "Awayê serederiya ku Bexda ligel Herêma Kurdistanê dike, bi tu awayî ne federalî ye û ev sîstem heta niha jî li cîhanê nehatiye dîtin.''
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: "Diyar bû ku Herêma Kurdistanê ne sedema pirsgirêkên Iraqê ye, lê belê ew amade ye alîkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên Iraqê bike"
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir: "Em hêvî dikin ku dengdan li ser reşnivîsa ku Hewlêr û Bexdayê li ser rêkeftine were kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do 30.3.2021an li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re civiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin