PeyamaKurd - Li navçeya Bismil a Amedê di encama rûdana trafîkê ya ku 3 otomobîl li hev qelibîn de, 2 ji wan zarok 5 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan piştî qelîbîna hersê otomobîlan otomobîlek agir pê ket û rêwiyên hûndirê wê bi alîkariya ajokarên din hatin derxistin.
Hat ragihandin ku 2 ji wan zarok 5 kes di encama wê rûdanê de birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya dewletê ya Bismilê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin