4 kes li Silêmaniyê ji ber Korona can daye

4 kes li Silêmaniyê ji ber Korona can daye

PeyamaKurd - Çar kesên din li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê can daye. Îro berî van kesan, kesekî temen 68 salî li nexweşxaneya Şehîd Tahîr Elî Walî Beg can dabû.

Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyid Selîm  ragihand, îro du kesên din li nexweşxaneyên Silêmaniyê can daye.

Selîm da zanîn ku hejmara pêketin û mirina bi Koronayê li Silêmaniyê bi awayekî berçav zêde bûne. Xuya ye îro, Odeya Operasyonên Silêmaniyê çend biryaran bide û rênimayên xweparêziyê tundtir bike.

Dr. Hêriş got “Me daxwaz ji Odeya Operasyonan kir, rênimayan zêdetir tund bikin û me pêşniyaz kir ku hefteyekê kerentîn bê ragihandin.”

Qeymeqamê Seyid Sadiq Diyarî Refîq piştî van mirinan ragihand, kesekî temen 63 salî li Seyid Sadiq jî bi Koronayê can daye.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîştiye 93 kesî û hejmara bi wê vîrusê ketine jî gihîşt 3 hezar û 273 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin