PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilat 2 Kurd piştî 28 sal di zînadana Îraniyan de man, hatin azadkirin. Girtiyê bi navê Osman Mustefapûr ku ji xelkê Pîranşehrê ye 28 sal di zîndanê de ma û Mihemed Nezerî ji xelkê Sayîn Qela ye, 25 sal di zîndanê de ma. Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê belav kiriye, her 2 girtî bi tohmeta endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê hatibûn zîndanîkirin.
Girtiyên siyasî Osman Mistefapûr ku xelkê Pîranşarê piştî 28 salan Mihemed Nezerî xelkê Sayîn Qelaya Urmiyê ye jî piştî 25 salan hatine azadkirin.
Herdû girtiyên siyasî yên Kurd, li ser fermana rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamaney hatine azadkirin. Osman Mistefapûr ji ber şerekî di navbera Pêşmergeyên PDKÎ yê û hêzên çekdarên Îranê li herêma Tirgeverê dîl hatibû girtin. Nezerî jî bi sedema endamtiya PDKÎ yê hatibû zîndanîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin