Wezareta Îmar û Îskanê: Bexda qebûl nake ku “rêya geşepêdanê” di Kurdistanê de derbas bike

Wezareta Îmar û Îskanê: Bexda qebûl nake ku “rêya geşepêdanê” di Kurdistanê de derbas bike

PeyamaKurd – Rayedarekî wezareta Îmar û Îskanê ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandiye ku rêya geşepêdanê ya niha plan dikin, ne di berjewendiya Kurdistanê de ye. Dê Kurd ji Bexdayê re pêşniyar bikin ku rêya bejayiyê û trênê hinek di Herêma Kurdistanê de derbas bikin.

Cîgirê wezîrê İmar û İskanê Agrin Abdullah, ragihandina xwe di 28ê Cotmehê de ji bo Rûdawê kiriye ku li nexşerêya ewilî ya projê nihêrtine û proje ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Abdullah gotiye:

“Rêya bejayiyê û ya hesin di ti deverekî Kurdistanê de derbas nabe. Wezaretê dê raporekî li ser gilî û fikrên wezaretê yên di derbarê projê de, di hefta pêşiya me de, bide encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê û piştî wê dê bişînin Bexdayê.”

Di behsa daxwaza wezaretê ya ji Bexdayê dê bixwazin, Abdullah weha dewam dike:

“Di rêya encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê de, xetên bilez û xetên trênê yên di nav roja rêya geşepêdanê de ne, divê hinek ji beşên wan di Herêma Kurdistanê de derbas bibin û em ê bi fermî, wê daxwazê ji Bexdayê bikin.”

Li gor wezareta Kurdistanê; Bexda heya niha qebûl nekiriye ku xetên lezgîn yên rêyên bejayiyê û trênê di Herêma Kurdistanê de derbas bibin. Abdullah gotiye ku di destpêka bendava Mûsilê de, tenê 10-11 kim dikeve nav axa Herêma Kurdistanê û hew.

Abdullah, ragihandiye ku di planê de her dû rê tenê di deverên Erebên Sunnî û Şîa de derbas dibin û Kurdistanê di derveyê projê de hiştine. Di pêşniyarê de heye ku ciyê digihê sînorê Tirkiyê, divê di nav Kurdistanê de derbas bibe.

Rêya geşepêdanê ji Basrayê ji lîmana Fawê dest pêdike û heya nav Tirkiyê dewam dike. Dirêjahiya wê 1200 km.ye. Proje ji bo bar û rêwîyaye ku di rêya bejayiyê û hesin de herin.

Texmînî maliyeta projê 17 milyar dolar e. Ji vê maliyetê 10,5 milyar dolar ji bo trênên nûjen yên bi elektrîkê dixebitin û 6,5 milyar dolarê wê jî ji bo rêyên hesin in.

Pêvajoya ewilî ya projê, di sala 2028an de destpêdike û dê di sala 2050an de biqede.