Serokê Lijneya Olîmpîk a Rûsyayê Aleksander Zokov îro ragihand ku cezayê rawestandina endamtiya Rûsyayê ji Lijneya Olîmpîk a Navdewletî hate rakirin û endamtiya Rûsyayê vegeriya.
Aleksander Zokov eşkere kir ku ji Lijneya Olîmpîk a Navdewletî ji wan re name hatiye û têde hatiye diyarkirin ku endamtiya Rûsyayê ya di lijneyê de cardin vegeriyaye.
Rûsya ji ber skandala bikaranîna madeya enerjiyê ji aliyê werzişvanên wan ve di olîmpîyada zivistanê ya Soçiyê de, hat cezakirin û her ji ber vê sedemê, werzişvanên wan nekarîn beşdarî olîmpiyada Rio ya Brezîlyayê û olîmpiyada zivistanê bibin ku çend roj berê li Koreya Başûr hat encamdan. Tenê hinek werzişvanên ji Rûsyayê bi awayekî serbixwe beşdar bûn.
Herwiha li olîmpiyada zivistanê ya vê carê jî du werzişvanên rûsî di ceribandina madeya enerjiyê de derneçûn, lê tevî vê yekê jî îro cezayê endamtiya Rûsyayê ya di olîmpîka navdewletî de hat rakirin û Rûsya vegeriya nav lijneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin