PeyamaKurd- Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) di êrişeke asmanî de li Metînayê, 11 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê PKKê diyar kir ku di wê êrişê de tu windahiyeke wan a canî çênebûye.
Balafirên şerî yên Tirkiyê rojên 11-12ê vê mehê herêmên Qendîl, Xakûrk, Garê, Zap, Avaşîn û Metîna ku dikevin nav sînorê Başurê Kurdistanê bombebaran kirin.
MSBê derbarê wan êrişên asmanî de daxuyaniyek weşand û li gor wê daxuyaniyê di wan êrişan de 11 gerîlayên PKKê jiayana xwe ji dest dane.
Herwiha Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ew bombebaranên balafirên Tirkiyê piştrast kirin, lê di daxuyaniya HPGê de hatiye tekezkirin ku tu gerîlayêkê di wan êrişan de canê xwe ji dest nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin