PeyamaKurd- Di salên 1970an de Lubnan bi navê Parîs a Rojhilata Navîn dihat naskirin. Ji aliyê kar, kêfê û xweşiyê de û pêkvejiyana bi hevre, welatekî mînak bû bo seranserê dinyayê. Lê mixabin niha ji 2 mehan û vir de xwepêşandanên Lubnanê ranawestin û krîzeka rêberiyê û aborî li welat peyda bûye. Halê niha bi xwe re xumamiyekê daniyê pêşiya dahatûya Lubnanê.
Serokwezîrê Lubnanê yê berê Saad Harîrî îro ragihand ku dê nebe namzedê serokwezîrtiya Lubnanê. Harîrî bi sedema xwepêşandan û aloziyên Lubnanê, di dawiya meha cotmehê de dev ji serokwezîrtiyê berdabû.
Harîrî ragihand ku ji roja pêncşemê û pê de wê tevlî civînan bibe da damezrandina hukumetê dereng nemîne lê behs nekir bê wê kî destek bike bo serokwezîrtiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin