PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di bangeşeya hilbijartinê de diyar kir ku:"Înşellah emê van çeteyên munafiq bixine bin erdê.” Şêwirmendê kampanyayên Erdogan yê berê Atilgan Bayar bertek nîşan da û ragihand ku: “Ez ne Munafiq im, bi xatirê te Erdogan”
Şêwirmendê kampanyayên Erdogan Atilgan Bayar li ser gotina Erdogan ku di bangeşeya hilbijartinê de gotibû: “Hinek fitnê dikelînin û dibêjin ‘ezê deng bidime Serokkomar lê di palamenteriyê de nadime AKPê’ qey tiştekî wiha dibe? Înşellah emê van çeteyên munafiq bixine bin erdê.” bertek nîşan da û ragihand ku: “Ez ne Munafiq im, bi xatirê te Erdogan. Ez ne ew kes im ku nîfaqê derxim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin