Serok Barzanî bi Jeffrey re dîyaloga navbera Kurdên Rojava gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Jeffrey re dîyaloga navbera Kurdên Rojava gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî li navçeyê hatin guftûgokirin û Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kurteyek derbarê stratejî û nerîna welatê wî derbarê diyaloga stratejî ya navbera Amerîka û Hewlêr û Bexdayê û herwiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê bo Serok Barzanî pêşkêş kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronahî xiste ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û behsa hewlên ji bo diyalog û nêzîkbûna aliyên kurdî yên Sûriyê hatine dayîn kir.

Di civînê de, ji bilî balkişandina li ser mana gefên DAIŞê, tekezî li ser hevpeymanî û hevahengiya her du aliyan di şerê li dijî terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hat kirin.

Pirsa koçberan û vegera wan bo nevçeyên xwe, mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin