Îxwan ji Tirkiyê re silav sand

Îxwan ji Tirkiyê re silav sand

PeyamaKurd- Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) bo ku Tirkiyê di doza rewa ya gelên dinyayê de, piştgiriya wan dike, jê re silav şand.

Ragihandin di ser malpera Îxwan ya medya civakî, di ser Facebookê de, ji aliyê sekreterê giştî yê Îxwanê Mehmûd Huseyîn ve hat kirin. Huseyîn tevlî limêja cenazê Kaşıkçı dibe ku di xiyaba Kaşıkçı de limêj hat kirin û sersaxiyê bo malbata Kaşıkçı şandiye.

Huseyîn di peyama xwe de, rojnamevan Cemal Kaşıkçı weka şehîd bi nav kir û weha got:

“Ew qelebalixa ku hat vê derê, nîşan dide ku edalet li dijî zilmê serdest derketiye. Xelkên azad heya ji qissasê re qissan bi cî were, wê bêdeng nemînin. Ez bi sedema ku Tirkiye di doza rewa ya xelkên dinyayê de, li cem wan ciyê xwe digre, jê re silav dişînim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin