PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hevde bi dewriyeya hevbeş a Artêşa Tirkiye û Amerîkayê re, li bajaroka Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê hêzên hevpeymaniya navdewletî û meclîsa leşkerî ya Girê Spî ligel hev dewriyeya leşkerî encam dan.
Hêzên Amerîkayê yên nav hevpeymana navdewletî ligel Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî danê sibehê, bi beşdariya 10 wesayîtên zirxî dest bi dewriyê kirin.
Dewriyeyên hevbeş di çarçoveya rêkeftina Amerîka, Tirkiye û HSDê de encam didin ku ji bo avakirina herêma ewle wekî gavên destpêkê tên diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin