PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq ragihand, ti astengiyeke tenduristî û yasayî li ber destpêkirina rûniştinên parlamenê nîne.
Parlamentoya Kurdistanê ji ber rêkarên vîrusa koronayê ku hejmarek karmend bi vîrusê ketibûn, hefteya borî karên xwe rawestandibû û civîn nedihatin kirin.
Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayiq ti astengî li ber civînên parlamenê nîne û ew dê ligel desteya serokatîya Perlemana bicivîn bernameya destpêkirina civînan çêkin.
Fayiq herwiha bal kişand ser ku bi destpêkirina rûniştinan re ew dê behsa mijarên girîng ên bo xelkê Herêma Kurdistanê bikin.
Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî da xuyakirin ku karê pêşî yê rûniştinên parlamenê gotûbêjkirina mijarên; rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, gazîkirina hikumetê li ser pirsa qer û mûçeyê, beşdariya şanda Kurdistanê ya Bexdayê bo parlamenê û karên bo çaksazîyên hikumetê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin