PeyamaKurd – Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, Balyozxaneya Iraqê ya li Tirkiyê hat girtin û wê heta 14ê vê mehê girtî bimîne.
Li gor Balyozê Iraqê li Tirkiyê Hesen Cenabî ragihand, di nava karmendên balyozxaneyê de, kesên tûşî vîrusa Koronayê bûne hatine dîtin, lewma biryara girtina avahiya balyozxaneyê hatiye dayîn.
Herwiha Hesen Cenabî destnîşan kir, ji îro ve heta 14ê Îlonê, 8 rojan Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê wê girtî bimîne.
Balyozê Iraqê li Tirkiyê diyar kir, ku berî vekirina balyozxaneyê û destpêkirina dubare ya kar û xebatan, ew dê pişkinînên Koronayê ji bo tevahiya karmendên xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin