PeyamaKurd – Ajansa rêxistina terorî ya DAIŞê di vîdeoyekê de îdia kir ku 11 rehîneyên xiristiyan înfaz kiriye. Rêxistinê di 22yê Berfanbarê de ragihandibû ku dê ji bo ‘tolhildan’a Ebûbekir Bexdadî dest bi êrişan bike.
Rêxistina terorî DAIŞê bi vîdeoyekê îdia kir ku 11 rehîneyên xiristiyan li Nîjeryayê kuştine. Hat diyarkirin ku her 11 rehîne jî mêr bûne lê nav û nasnameyên wan nehatiye eşkerekirin.
Dîmenên kuştina wan rehîneyan li ser kanala DAIŞê ya propagandayê ‘Amaq’ê hatin belavkirin. Dîmen bi tevahî 56 sanîye ne û nayê zanîn li ku hatine tomarkirin. Di vîdeoyê de tê xuyakirin ku celadên DAIŞê guleyê berdidin rehîneyê navîn û yên mayîn jî paşê tên serjêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê di 22yê Berfanbarê de ragihandibû ku ji bo ‘tolhildan’a Ebûbekir Bexdadî dê dest bi êrişan bike.
Beşek ji rêxistina nîjerî ya îslamîstên tundrew Boko Haram bi navê ‘DAIŞê Afrîkaya Rojava’ şer dike. Wê rêxistinê berê jî du hemşîre qetil kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin