Stoltenberg: Divê rejîma Esad êrîsên li ser sivîlên Îdlibê rawestîne

Stoltenberg: Divê rejîma Esad êrîsên li ser sivîlên Îdlibê rawestîne

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî Yê NATOyê Jens Stoltenbeg bang li artêşa Sûriyê ku Rûsya piştgiriyê wê dike kir ku êrîşên xwe yên li ser xelkên sivîl li Îdlibê rawestîne.

Roja yekê ya civîna wezîrên berevanî yên 29 dewletên NATOyê, ku li Brukselê kom bûbûn, bidawî bû. Stoltenberg piştî rûniştina yekê civîneke rojnamevaniyê li dar xist.

Stoltenberg got, ‘’Em li ser rewşa Îdlibê jî axivîn. Tiştên em niha dibînin, encama êrîşên dijwar yên dijî sivîlên bêtawan e.’’

Stoltenberg da zanîn ku ew wan êrîşên dijî sîvîlan şermezar dikin û bang li rejîma Esad kir ku êrîşên li hemberî sîvîlan rawestîne.

Stoltenbeg bi berdewamî dîyar kir ku NATO dê hin karên perwerdekirinê yên koalîsyona dijî DAIŞê bike û got ku ew li ser vê mijarê danûstandinan didomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin