TSK, li Metîna dest bi operasyona bejayiyê kiriye

TSK, li Metîna dest bi operasyona bejayiyê kiriye

PeyamaKurd – Di nav axa Kurdistana Başûr de li devera Metîna artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên bejayiyê kiriye. Li gor ragihandina Rûdawê; malperekî nûçeyan ya nêzê PKK ê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê bi helîkopteran leşker daniye deverên bi navên Zendûra, Derare, Koordîne û Stûna û wisa jî dest bi operasyonên bejayiyê kiriye.

Piştî balafirên şer yên Tirkiye Zendûra ya Metînayê bombebaran kiriye, dever bi helîkopterên Kobra hatiye bombekirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku ji qereqolên ser sînor jî bi topên hawan û obusan li deverê xistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin