Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd -  Li Rojavayê Kurdistanê, herî dawî 12 kesên din bi Korona ketin û 2 kesan jî ji ber wê can dan.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê do diyar kir, li gor pişkinînên ku di 24 saetên borî de li navçeyên rêveberiyê hatine kirin, encamên 12 pişkinînan pozîtîv bûne, ku 6 ji wan mêr û 6 jî jin in.

Desteya Tenduristiyê da zanîn, li Hesekê 4 kes, li Qamişlo 3 kes, li Dêrikê 2 kes, li Reqa 1 kes û li Tebqayê jî 2 kes bi vîrusa Covid-19 ketine.

Herwiha di 24 saetên derbasbûyî de, tenê kesek ji pêketiyên Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûye.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gihîşt 18 hezar û 689 kesan, ku 768 kesan ji wan can dane û 1 hezar û 897 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin