Guterres: “Eger Iraq xerab bibe, wê felaketeka mezin be”

Guterres: “Eger Iraq xerab bibe, wê felaketeka mezin be”

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres bi Rûdaw ê ragihandiye ku Iraq xerab bibe, wê li herêmê bibe felaketekî mezin. Guterres weha gotiye:

“Dijîtiyên li Iraqê gelek kûrin û em dizanin ku ev welat bi xerabûnerê rû bi rûye. Îstîqrara Iraqê bo herêmê  gelek girîng e. Bi eksa wê eger xerab bibe, wê bo herêmê bibe felaketekî. Divê serxwebûn û yekîtiya axa Iraqê bê parastin. Mudaxeleyên derve yên ku li hundirê Iraqê dijberiyan geş dikin, divê dawî li wan were.”

Sekreter Guterres behsa şertên dewletbûnê dike û dibêje divê ku hêzên asayîşê li Iraqê şiddetê kontrol bikin. Sekreter weha dewam dike:

“Grûben mîlîs yên Iraqê di hinek pêvajoyan de gelek caran mafên mirovan îhlal dikin. Em dibînin li dijî xwepêşandêran êrîşên ku tên kirin ji aliyê van grûbên mîlîs de tên kirin. Gelek girînge ku li ber vana rê bên girtin. Em ê di demên pêşiya me de bo çareseriya van pirsgirêkan, giraniya xebata xwe bidin ser dîplomasiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin