PeyamaKurd - Berpirsê Amerîkî yê berê di Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentegon) de, Michael Rubin ji Amerîka û Ewropayê daxwaz kir, ji ber piştevaniya komên çekdarên li Sûriyê, hesab ji Tirkiyê bipirsin.
Michael Rubin got ku tekane rêbaz ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê, ew e ku Ewropa derbeyekê li Tirkiyê bide.
Rubin da zanîn: “Ji bo derbe bihêz be, divê Yekîtiya Ewropa (YE) yekser ketina balafirên Tirkiyê ya balafirgehên xwe, qedexe bike. Hemû rêwîtiyên asîmanî yên ber bi beravên Deryaya Ege û Spî rawestîne.”
Rubin xemgîniya xwe têkildarî bêdengiya Ewropa, Trump û Jeffrey li hemberî kirinên dewleta Tirkiyê, anî ziman û destnîşan kir ku divê Kurd ji bo cezakirina Tirkiyê zextê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin