PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, qedexeya derketina derve û hatin-çûnê ku ji ber nexweşiya Covid-19ê hatiye ragihandin, bandoreka baş kiriye.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, em ê îro li bajarê Silêmaniyê bicivin û rewşa dawî her wiha tevdîrên ku li hember belavbûna koronavirusê (Covid-19) hatine girtin, binirxînin.
Rêber Ehmed her wiha got, heta niha qedexeya derketina derve û hatin-çûnê gelekî baş bûye û pir baş pêşiya belavbûna nexweşiyê girtiye.
‘Dê rewş were nirxandin û biryarên nû bên dayîn’
Wezîrê Navxwe da zanîn, di civînê de dê rewş were nirxandin û biryarên nû bên dayîn û got, helbet em spasiya welatiyan dikin ku pêbendî tevdîr û biryaran bûne.
Wezareta tenduristiyê jî daxwaz kiriye, qedexeya derketina derve bê dirêjkirin
Wezareta tenduristiya Kurdistanê jî daxwaz kiriye, qedexeya derketina derve û hatin-çûnê were dirêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin