PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Îlonê pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Martin Huth kir.
Hat ragihandin ku di civîna Mesrûr Barzanî ya ligel Martin Huth de, guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Martin Huth bibîr xist ku Herêma Kurdistanê nimûneyeke serkeftî û pêşveçûyî ye li Iraqê. Yekîtiya Ewropa jî amade ye ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan û handana berhemhênerên Ewropî bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê kir li Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîngiya seqamgîriyê ye li Iraq û herêmê.
Herwiha Barzanî diyar kir ku tevî qeyranên darayî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di encamdana projeyên xizmetguzarî û cîbicîkirina bernameya xwe ya çaksaziyê de berdewam e, da ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêşve bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin