Her çendîn Amerîka dibêje bila li Munbicê, ji aliyê Tirkiyê de operasyon nê kirin jî Tirkiye di çapemeniyê de gotinan bo operasyneka ser Munbicê ji ser zimanê xwe kêm nake.
Li ser gotinên Tirkiye Amerîka konvoyeka ku alavên zirxî tê de û 300 leşkerên xwe şand Munbicê. Hêzên piştekkirinê li dora ava Sacûrê dewriye digerin ku ev av sînorê navbera Mertala Firatê û YPGê ye.
Leşkerên Amerîka bi alavên xwe yên zirxî ve ji baregeha Sebet a ku dikeve rojhilatê Munbicê hatin ser ava Sacûrê. Niha 3 ciyên kontrole yên Amerîkayê li herêma Mertala Firatê hene: Tûhar, Hilvanci û Dadat.
Amerîka ne tenha li herêma Mertala Firatê her weha li Re’sul Eynê (Serê Kaniyê) jî sê roje dewriye digerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin