PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Tirkiyê, doznameya li ser girtina HDPê hatiye amadekirin, bi sedema ku kêmasî tê de hene bi şûnde vegerand. Piştî biryara vegerandina dozê, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Berdevka HDPê Ebru Gunay eşkere kir: “Helbet ev biryara Dadgeha bilind siyaseta tolhildanê ya deshilatê ku dijî partiya me dimeşîne derxistiye holê. Bi vê biryara xwe dadgeha bilind qe nebe nebûye beşeke vê lîstoka dijî hiqûq û siyaseta demokratîk.”
Gunay da zanîn: “Ev doznameya ku hatiye amadekirin, ne hiqûqî ye sîyasî ye. Ji ber ku HDP tevî hemû zext û qirkirinên siyasî li ser piya maye û hemû polîtîkayên taybet yên şer vala derxistiye ev doz hatiye vekirin. Helbet em biryara Dadgeha Bilind girîng dibînin. Lê belê tenê bi şûnde vegerandina doznameyê têrê nake, ev doz ji bo ku careke din neyê vekirin, divê bi temamî bê girtin. Em bangî hemû gelên Tirkiyê dikin êdî mijar ne tenê HDP e ye, Demokrasî û dehatûya gelên Tirkiyê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin