PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew dê ji bo rêgiriyê li rakêşî û aloziya li herêma Rojavayê Asyayê bike, bi serokên Îran, Rûsya û Amerîkayê re hevdîtinan bike.
Serokomarê Fransa Macron li ser vê biryara xwe daye zanîn ku wan li demên dawî rê li ber bûyerên nexweş girtiye û got, “Di van mercên zehmet de, em hewlên xwe yên navbeynkariyê û gotûbêjan berdewam dikin.”
Hat zanîn ku Serşêwirmendê Serokomarê Fransayê Emmanuel Bonne hefteya borî ji bo danûstandinan serdana Tehranê kiriye û nameya Macron a bo hevdîtina ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî radestî Rûhanî kiriye.
Herwiha hat diyarkirin ku Rûhanî jî piştî wergirtina nameyê ragihandiye ku armanca Îranê ew e hemû alî sozên xwe yên bo bernameya atomî bicih werînin û di wê çarçoveyê de ew destekê didin her pêngavekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin