Malikî: Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê wê bi amadekirina yasaya petrol û gazê çareser bibin

Malikî: Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê wê bi amadekirina yasaya petrol û gazê çareser bibin

PeyamaKurd – Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa ya Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku ji sala 2007ê ve proje yasaya neft û gazê ji meclîsê re hatiye şandin, lê yasa li ser sindoqan maye.

Malikî di derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî li ser petrol û gaza xwezayî û mijara mûçeyan daxuyanî da.

Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa got, "Bi amadekirina yasaya petrol û gazê dê pirsgirêk bên çareserkirin. Eger ev yek neyê kirin, pirsgirêkên petrolê û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser nabin û bi dawî nabin."

Malikî di daxuyaniya xwe de got, "Ji sala 2007ê ve proje yasaya petrol û gazê ji parlamentoyê re şandibûn, lê di refikan de ma." got.

Xwedîderketina li çavkaniyên petrolê û birêvebirina bîrên petrolê ji mijarên sereke yên qanûna federalî ya petrol û gazê ne, ku herî zêde di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de tê gotûbêjkirin.

Yasa wê bandorê li hemû karên petrolê yên Herêma Kurdistanê û hemû navçeyên Iraqê bike. Hemû çalakiyên girêdayî proseya lêgerîn, geşepêdan, hilberandin, veqetandin û komkirina pêkhateyên wê, embarkirin, veguhestin û firotina petrolê li gorî naveroka vê yasayê tên cîbicîkirin.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek caran di çend qonaxan de rêkeftin li ser mijarên petrolê hatin kirin, lê ew rêkeftin wek ku diviyabû nehatin cîbicîkirin.

Piştî pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gav avêt û ev yek jî bi temamî di rojeva kabîneya nehemîn de cih girt. Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya dema destbikarbûna erkê xwe de tekez li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêkên li gel Bexdayê li gorî destûrê bên çareserkirin.