Malpera ku îftîra li Mesrûr Barzanî kiribû, lêborîna xwe xwest

Malpera ku îftîra li Mesrûr Barzanî kiribû, lêborîna xwe xwest

PeyhamaKurd - Malpera Amerîkî ya Alhurra ku îftîra li Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû, lêborîna xwe xwest.

Meha borî malpera erebî ya bi navê ‘Alhurra’ ku ji aliyê Kongireya Amerîka ve tê fînansekirin, îftîra li serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû û gotibû, Mesrûr Barzanî li Amerîkayê du vîlla kirîne!

Wê malperê duhî bi daxuyaniyeka nivîskî  daxwaza lêborînê li Mesrûr Barzanî kir û ragihand ku wan xelet kirine û raportê jî li ser malperê radikin.

Piştî belavbûna wê raportê, ofîsa serokê hikûmeta Kurdistanê bersiva wê îftîrayê dabû û ragihandibû, ew nûçe û raport bi temamî derew e.

Hêjayî gotinê ye ku hin malper û dezgehên çapemeniyê yên Kurdistanê jî ew nûçeya derew kiribûn kurdî û belav kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin