PeyamaKurd – Li bajarê Urmiyê mamosta Kurd ya zimanê Îngîlîzî ya bi navê Furuzan Eslamî ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de hat girtin.
Mamosta Kurd, li bajarê Urmiye li akademiya ziman ya bi navê "Nojavan" mudîra ye (rêvebir).
Mamosta navborî, di 13ê Gulana 2026an de hatiye girtin û heya niha li ku derê ye nayê zanîn.
Hengawê got ku kesên agahiyan dane Hengawê, ragihandine ku ti fermana girtina wê nîne, bi çi tê sûcdarkirin nayê zanîn û ciyê binçavkirina wê jî diyar nîne.