PeyamaKurd – Serokê senatoya Çekê Milos Vystrcil li Pragê bi serokwezîrê Slovakyayê Robert Fitzo re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re daxwuyanî da û got ku Slovakya destekê dide serxwebûna Ûkraynayê lê wê desteka çekan nede Ûkraynayê û terefdarê hevdîtinên aştiyane ye.
Serokê senatoya Çekyayê Milos Vystrcil, di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Fitzo di heman wextê de erê kir ku wê Slovakya niha çekan nade Ûkraynayê û terefdarê hevdîtinên aştiyane ye. Bi van diyarkirinan cudahiya fikra Çek û Slovak derket ortê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin