PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskîy di Lutkeya Ewlehiya Xurekan a Navneteweyî ku li Kîevê hat lidarxistin de ragihan ku hem ji bo parastina rêyên îxracata xurekan, hem jî ji bo sînorên bi Rusyayê re bên parastin pêwistiya wan bi zêdetir parastina hewayî heye.
Di lûtkeya ku li Ukraynayê hat lidarxistin de, Serokê Konfederasyona Swîstrê Alaîn Berset, Serokwezîra Lîtwanyayê İngrida Sîmonyte û nûner û rêvebirên payebilind ên dewletên Ewrûpayê beşdarî kirin.
Di lutkeyê de, Zelenskiy anî ziman ku kêmasiyên di parastina hewayî de, tiştekî behênî nîn e û da zanîn ku pergalên pêşketî yên hewayî hene û dixwazin pergaleke baş a parastina hewayî bê dabîn kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin