Mansur el-Marîd bû waliyê Mûsilê

Mansur el-Marîd bû waliyê Mûsilê

PeyamaKurd- Du meh zêde ye ku ciyê waliyê Mûsilê vala ye. Meclisa Mûsilê bi awayeka awarte li hev civiya û di encamê de bi yekdengî Mansûr el-Marîd kirin waliyê Mûsilê. Marîd, mirovê partiya Ata ye ku serokê wê musteşarê mîlî yê asayîşa Iraqê Falih Feyyad e.

Li Iraqê serokê tevgera Sedrê Mukteda el Sadr, îro di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihandibû ku divê gengeşeya li ser parêzgeriya Mûsilê bi dawî bibe û bang li serokwezîr, serokkomar û serokê meclisa Iraqê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin