Mazlûm Ebdî û şanda leşkerî ya ligel wî gihîşt Şamê

Dîroka Weşanê :
Mazlûm Ebdî û şanda leşkerî ya ligel wî gihîşt Şamê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê HSDê û Mazlûm Ebdî şanda ligel wî gihîştin Şam a paytexta Sûriyê da ku ji bo bicihkirina Peymana 10ê Adarê danûstandinan bikin.

Çavkaniyê leşkerî ragihandiye ku şandeke HSDê îro çû Şamê da ku danûstandinên bi mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta veguhêz re bidomîne.

Li gorî agahiyan, şande ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî  ya HSDê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk tê.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku şande di van kêliyan de entegrasyona leşkerî bi berpirsên hikumeta veguhêz re nîqaş dike.

Hate diyarkirin ku ji fermandarên operasyona ‘Inherent Resolve’ Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.

HSDê 29ê Kanûna 2025an ragihandibû ku serdana şandeyê ya Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye paşxistin û diyar kiribû ku dê di demeke pêş de biçin Şamê.