Caferî: Heger Tirkiye bi rêyên dîplomatîk hêzên xwe nekisîne…

Caferî: Heger Tirkiye bi rêyên dîplomatîk hêzên xwe nekisîne…

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî ragihand ku heger Tirkiye dixwaze alîkariya çareserkirina krîza Sûriyê bike, pêwîste hêzên ji welatê wan bikişîne.

Caferî di gotara xwe ya di hevdîtinên Astanayê de, çalakiyên Tirkiyê yên li bajarên Sûriyê wekî êrîşkarî pênase kir û wiha got: “Tirkiye li şûna ku bi çekên sivîk karê asayîşê bicih bîne, li bajarekî bakurê Sûriyê leşker û çekên giran bicih kirin. Li bajarên Sûriyê alên tirk tên daliqandin. Li gorî me ev çalakiyên Tirkiyê êrîşkariyeke eşkere ye.”

Caferî herwiha li rewşa Idlibê jî da zanîn ku ji ber helwestên Tirkiyê rewş xirabtir dibe û diyar kir, heger Tirkiye bi rêyên dîplomatîk hêzen xwe ji nav erda Sûriyê nekişîne, dê rêveberiya Şamê bi awayekî din tevbigere.

Beşar Caferî li ser bikaranîna çekên kîmyewî jî Tirkiye tawanbar kir û daxuyakirin, em dizanin kî wan çekên kîmyewî ji milîtanan re dabîn dike, em di serî de qesta Tirkiyê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin