PeyamaKurd – Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) Îlham Ehmed ragihand ku heger hêzên artêşa Tirkiyê destwerdana erda wan bikin, ew dê şerê wan bikin.
Ehmed ku niha li Washingtonê wekî seroka şanda PYD/YPGê ya siyasî danûstandinan dike ji televizyona Blomombergê re daxuyakirin ku wan bi rayedarên Amerîkî re li ser pirsgirêka Tirkiyê danûstandin kiriye.
Îlham Ehmed got, rewşa heyî qet nebaş e, lê ti çareyeke wan a din jî nîne û heger ew neçarî hilbijartineke navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê de bimînin, ew dê teqez hikûmeta Sûriyê hilbijêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin