Meral Akşener di rêya telefonê de desteka xwe bo Leyla Zana ragihand

Dîroka Weşanê :
Meral Akşener di rêya telefonê de desteka xwe bo Leyla Zana ragihand

PeyamaKurd – Seroka berê ya İYİ Partiyê Meral Akşener bi sedema di maça Bursasporê de, terefdar di xwepêşandanan de Leyla Zana kirin hedefa xwe û gotinên nexweş jê re gotin, di rêya telefonê de li Leyla Zana geriya û destek xwe bo wê ragihand.

Di pêşbirka Bursaspor û Ankaragücü de, ji ber terefdar çêrî Leyla Zana kirin, di raya giştî de bertekên bo bûyerê yên siyasetmedaran dewam dikin.

Yek ji wan ji rastgirên tundrew serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ye ku bertek nîşan da û got ku zimanê ku bi kartînin zimanê ku zerarê dide yekîtiya milletê Tirkiyêye. Bahçeli got ku di wexta Türkeş de, serokê MHPê Türkeş di wexta xîtabê Leyla Zana dikir, jê re digot ‘keça min’ û gotina Türkeş bibîr xist.

Li ser bûyerê wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç got ku li ser bûyerê lêpirsîna fermî dane destpêkirin.

Hat ragihandin di wexta bertek dewam dikin de, seroka berê ya İYİ Partiyê Meral Akşener jî di rêya telefonê de li Leyla Zana geriyaye û desteka xwe bo Zana ragihandiye. T24 ragihandiye ku axaftina di rêya telefonê de xweş derbas bûye.