PeyamaKurd - Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li bajarê Mêrdînê namzedê HDPê Ahmet Turk bi serket û Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê qezenc kir.
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li Mêrdînê namzedên Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê HDPê Ahmet Turk û Figen Altindag %54.83yên dengan wergirtin û qezenc kirin. Reqîbê wî namzedê AKPê Mehmet Vecdi Kahraman jî % 38.90 deng stend.
Ahmet Turk di sala 2014an wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê digel Februniye Akyol hatibû û 16ê Mijdara 2016an jî bi biryara hikûmeta Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî parêzgarê Mêrdînê wekî qeyûm hatibû tayînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin