PeyamaKurd – Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê wesayîta leşkerî ya zirxî wergeriya û 2 kes birîndar bûn.
Wesayîta leşkerî ya ku li navçeya Dêrikê di rêya Wêranşarê re derbas dibû, ji kontrola ajovanê xwe derket û wergeriya.
Di qezaya ku pêk hat de, 2 jê pispor û 1 cerdevan bi sivikî birîndar bûn. Li ser agahiya qezayê tîmên tenduristiyê û leşker sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar piştî midaxeleyên ewil ên li cihê qezayê hatin kirin wek tedbîr sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (Çavkanî: İHA)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin