PeyamaKurd – Kolberekî ji Merîwanê ku nasnameya wî weke “Mehyar Seferî” hat ragihandin; li ser sînorên Merîwanê ji ber sermaye qefilî û canê xwe ji dest da.
Li gorî Saziya Mafê Mirovan a Hengawê, duh êvarê (30.01.2025) cendekê kolberê ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê Mehyar Seferî (21) hatiye dîtin ku ji ber sermayê qefilî û can da.
Hengaw diyar dike ku ew kolberê ciwan ji êvara 27ê mehê ve winda bûbû dema ku li herêma “Hencîran”ê ya bajarê Merîwanê kolberî dikir.
Yek ji wan kesên ku bi ser cendekê vî kolberî vebûne, ji Hengawê re ragihandiye ku Mehyar Seferî di çiyê werbûye, birîndar bûye û piştre nikarîbûye rêwitiya xwe bidomîne.
Her weha Hengaw dide zanîn ku ji bo lêkolînên tiba edlî, cendekê wî rakirine nexweşxaneyeke li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin