Mesîhiyên Kurdistanê: Heta Pêsmerge neyê em venagerin

Mesîhiyên Kurdistanê: Heta Pêsmerge neyê em venagerin

PeyamaKurd - Mesîhiyên Kurdistanê dibêjin, heta Pêşmerge neyên herêmên wan ew venagerin cih û warên xwe yên li deşta Nînowayê.

Parlementera berê ya Iraqê ya mesîhî Wehîde Yaqo Hurmiz li ser rewşa koçberên mesîhî yên deşta Neynewayê ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne û niha li kampan dijîn axivî.

Li gor kdp.infoyê Wehîde Yaqo Hurmiz her got, “Heta niha cih û warê mesîhiyan nehatiye avadankirin û rewşa ewlehiyê jî li wan deran metirsîdar û aloz e. Ji ber wê jî koçberên mesîhî newêrin vegerin ser cih û malên xwe.”

Hurmiz diyar kir ku heta hêzên Pêşmerge venegerin deşta Neynewa mesîhî jî venagerin, ji ber ku mesîhî tenê baweriya xwe bi Pêşmerge tînin û tenê Pêşmerge dikare wan biparêze, çimkî DAIŞ û Heşda Şeibî ti ferqa wan ji hev nîne.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin