PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pevçûnên li Helebê de daxuyaniyeke tund belav kir û hişyarî da ku hedefgirtina Kurdan û sivîlan metirsiyeke mezin li ser pêşeroja herêmê çêdike.
"Paqijiya etnîkî nayê qebûlkirin"
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bûyerên li Helebê diqewimin, nîşaneya operasyoneke berfireh a li dijî gelê Kurd e. Wî got:
Hedefgirtina Kurdan û xistina jiyana sivîlan di xetereyê de bi armanca guhertina avahiya demografîk a herêmê, wijdanê civaka navneteweyî dixe bin gumanê."
Mesrûr Barzanî tekez kir ku bi tiy hincetan "paqijiya etnîkî" nayê rewakirin.
Banga ji bo Şamê û civaka navdewletî
Serokwezîr Barzanî bang li hikûmeta Şamê û saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina sivîlan bînin cih. Wî diyar kir ku şer û tundûtûjî tu carî nabin çareserî û hedefgirtina taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) bibe sedema karesateke mirovî ya mezin.
Mesrûr Barzanî bang li hemû aliyan kir ku li şûna çekan serî li rêyên diyalog û danûstandinan bidin. Wî destnîşan kir ku ji bo aramiya mayînde li Sûriyeyê, divê modeleke rêveberiyê yê demokratîk, piralî û berfireh were avakirin ku hemû pêkhate û gelên Sûriyeyê di nav xwe de bihewîne.