Mesrûr Barzanî: Alaya Kurdistanê kefenê hezaran şehîdên me ye

Mesrûr Barzanî: Alaya Kurdistanê kefenê hezaran şehîdên me ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma taybet a Roja Alaya Kurdistanê ya li Kela Hewlêrê de axivî û ev roj li hemû pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de Alaya Kurdistanê wekî "sembola aştî, geşbûn û jiyana hevbeş" pênase kir û tekez kir ku parastina wê erka hemû Kurdan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser berdêlên giran ên ku ji bo vê alayê hatine dayîn û diyar kir ku di seranserê dîrokê de ev ala gelek caran bûye kefenê dawîn ê bi hezaran şehîdên ku li çiya, zindan û deştan canê xwe feda kirine.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ev ala nîşaneya berxwedan û enerjiyeke bêhempa ye û got ku divê di bin siya vê alaya pîroz de, mil bi mil ji bo Kurdistaneke aram û pêşketî bixebitin. Serokwezîr axaftina xwe bi daxwaza ku Alaya Kurdistanê her tim bi serbilindî li jor bimîne bi dawî kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin