PeyamaKurd – Amerîkayê li ser şerê navxwe yê li welatê Sûdanê, balyozxaneya xwe girt û hemû personelên xwe tehlîye kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ragihand ku ji ber gurbûna pevçûnên li Sûdanê wan balyozxaneya li paytexta Sûdanê Xartûmê girtiye û tevî rawestandina hemû operasyonên dîplomatîk, personelên xwe jî tehlîye kirine.
Blinken daye xuyakirin ku çalakiyên balyozxaneyê bi awayekî demkî hatine rawestandin û bang li aliyên şer ê Sûdanê jî kir ku agirbestê dirêj bikin û berpirsiyariyên xwe yên bo parastina ewlehiya sivîlan bicih werînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin